"Li gorî nûçeya ajansa ‘Ehlê Beyt (s.x) - ABNA- Pep Guardiola, rahênerê navdar ê spanî ku yek ji piştgirên mezin ên gelê Xezeyê li hemberî cinayetên Îsraîlê ye, duh di nûtirîn gera kampa xwe ya havînê de li bajarê Rialp a Spanyayê, 28 zarokên filistînî vexwendin vê kampê da ku çend rojan di rewşeke ewle, werzişî û şahane de derbas bikin.
Kampa havînê ya Guardiola ku her sal bi beşdariya bi sedan zarokên 6 heta 16 salî tê lidarxistin, ne tenê kampeke futbolê ye.
Ev kamp ku bi piştevaniya ‘Binyada Guardiola Sala’ tê lidarxistin, bi mebesta fêrkirina futbolê, fersendek ji van zarokan re peyda kir ku li kêleka bi sedan zarokên din, çend rojan dûrî atmosfera şer, bi rahênan, lîstik û tecrubekirina kêliyên zarokatiyeke normal bijîn.
Fikra vê çalakiyê ji meha Rêbendanê ve û piştî ku ciwanekî filistînî yê niştecihê Barselonayê bi organîzatorên kampê re ket têkiliyê, peyda bû. Wî hêvî dikir ku xewna nêzîkî 30 zarokên filistînî ji bo dîtina Pep Guardiola – yê ku ji ber helwestên xwe yên zelal ên di piştgiriya Filistînê de, di nav filistîniyan de xwedî populerbûneke taybet e – pêk were.
‘Toni Aguilar’, koordînatorê kampê got: Pep di cîhana futbolê û medyayê de, yek ji kêm kesayetiyên ku bi awayekî zelal li ser rewşa Filistînê helwest girtiye û ev mijar ji bo van zarokan xwedî girîngiyeke mezin e.
Pep Guardiola jî bi beşdarbûna xwe ya li kampê, çend deqeyan li kêleka van zarokan derbas kir û bi ken û gotûbêjên bi wan re, kêliyên germ û samîmî afirandin."
dawiya peyamê/
Tags
Pep Guardiola
Filistînê
Your Comment